Li Meletiyê di nava rojekê de 5 kes hatin girtin

Di çarçoveya lêpirsîna li ser Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de li Meletiyê ji nav kesên di 10’ê Cotmehê de hatibûn destgîrkirin, kesek hate girtin. Di nava 24 saetên dawîn de 5 kes hatin girtin

Li Meletiyê di 10’ê Cotmehê de 10 kes hatibûn destgîrkirin. Ji nav van kesan 3 kes derxistin dadgehê. Alî Dogan ê ku hatibû destgîrkirin bi îddîaya ku ‘endamê rêxistinê ye’ hate girtin.  Cûmalî Karadag û Hasan Huseyîn Yildirim jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Di çarçoveya heman lêpirsînê de roja Duşemê Alî Pîro, Hasan Basrî Çiplak, Saît Pektaş û Alî Yilmaz jî bi îddîaya ‘endamê rêxistinê ne’ hatibûn girtin.

Hevserokê Navçeya Akçadagê ya HDP’ê Mahîr Aslan, tevî Abûzer Adiyaman, Bîrgul Dogan û Basrî Aslan jî destgîrkirî ne.