Li Meletiyê 2 erdhej qewimîn

Li Meletiyê li navçeya Wêranşarê 2 erdhej qewimîn.

Rasatxaneya Kandîllî ragihand ku li Wêranşarê saet di 14:41'ê de bi mezinahiya 4.3 pile û saet di 15:01 de jî bi mezinahyia 3.6 pileyî erd hejiya ye.

Li gorî AFAD'ê, erdheja saet di 14:41'ê de bi 7 kîlometreyî di binê erdê de pêk hat. Erdhejê bandor li navçeyên derdorê jî kir.

Di erdheja Mereşê de ku 6'ê Çileyê pêk hat, li Wêranşarê ji 12 hezar avahiyan herî kêm 6 hezar hilweşiya bûn yan jî xisareke giran li wan bû bû.