Li Mehmûdiyeya Wanê bi pileya 5,4 erd hejiya

Hate diyarkirin li Mehmûdiyeya Wanê bi pileya 5,4 erd hejiyaye.

Li gorî AFAD’ê bi pileya 5,4 erd hejiya. Hate diyarkirin ku navenda erdhejê Taxa Kargaliyê ye û 5 kîlometreyan kûr pêk hatiye. Ev erdhej li gelek deran hate hîskirin.

Li Kurdistanê herî dawîn li Kanîreşa Çewligê di 14’ê Hezîranê de bi pileya 5,7 erd hejiyabû û 18 kes birîndar bûbûn.

Li Bakurê Kurdistanê di 24’ê Çileyê de jî li Sîvrîceya Xarpêtê bi pileya 6,9 erd hejiyabû û 41 kes miribûn.

Di 22’ê Sibatê de jî li Xoya Rojhilatê Kurdistanê bi pileya 5,9 erd hejiya û li Elbaka Wanê 10 kes miribûn, 250 mal hilweşiyabûn. Li Xoyê jî herî kêm 44 gund hilweşiyabûn û ji 100’î zêdetir kes birîndar bûbûn.