Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Li Mehabadê karkerekî jiyana xwe ji dest da

Hatê ragihandin, ku doh li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê karkerek ji qatê 8'an ê avahiyê kete xwarê û jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî Kolbernewsê doh li kolana Petûbafî ya bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê dema karkeran mijûlê çêkirina avahiyekê bûne, yek ji wan karkeran ê bi navê Yeqûb Patînî ku tê gotin hosta bûye ji qatê 8’emîn ketiye xwarê. Di encamê de Patînî bi giranî birîndar dibe û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.

Heman çavkaniyê diyar kiriye ku salane ji ber nebûna ewlehiya cih û dema karkirinê bi dehan karker jiyana xwe ji dest didin yan jî seqet dibin.