Li Makû welatiyek hate kuştin

Hat ragihandin ku li bajarê Makû ya Rojhilatê Kudistanê ciwanek Kurd hate kuştin.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku li bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê ciwanekî Kurd yê bi navê Omer Omerî (30) ku bavê 3 zarokan bû rastî êrişê çend kesên Azerî tê.

Li gorî agahiyê destpêkê 4 kesên Azerî yên bi navê Ferhad Ekberî, Hucet Necefî, Zekerya Xizirnijad û Ferzîn ku paşnavê wî nehatiye zanîn gotinan ji ciwanê Kurd re dikin û hewldidin ku wî sor bikin. Piştî demekê ku di navbera wan de nîqaş derdikeve, 4 kesên Azerî bi kêran êrişê ciwanê Kurd dikin.

Di encama vê êrîşê de ciwanê Kurd bi giranî birîndar dibe. Şêniyên wê derê ji bo dermankirinê Omer radikin nexweşxanê, lê ji ber giraniya birînên wî, li nexweşxanê jiyana xwe ji dest dide.

Heman çavkaniyan xwe spartin hin kiryarên ku beriya niha ango di demên dawî de li herêmê ji aliyê hin kesên Azerî pêk tên û diyar kirin ku dibe destê hin hêzên derweyî li pişt wan êriş û provakasyonên bi vî rengî hebe ku dixwazin demarê nijadperestiya gelê Azerî li hemberî Kurdên herêmê sor bikin. Çavkaniyan bi berdewamî di nav axaftinên xwe dianîn ziman bê ka gelo li pişt wan kiryarên provakatîf dewleta Tirk heye!?