Li Licê û Pasûrê derketina derve hate qedexekirin

Li navçeyên Licê û Pasurê yên Amedê derketina derve hate qedexekirin.

Ji ber operasyona artêşa Tirk a dagirker a li navçeyên Licê û Pasûrê yên Amedê, li 69 gund û gundikên herêmê derketina derve hate qedexekirin.

Li gorî daxuyaniya Walîtiya Tirk a li Amedê, cihên derketina derve li wan hatiye qedexekirin:

"Navçeya Licê: Gundên Yalimli, Akçabûdak, Ulûcak, Kiliçli, Yorûlmaz, Guldîken, Baharlar, Üçdamlar, Yaprakkoy, Yunluce û gundikên Keşkûvarî, Çîftlîk, Leyhosor, Mahmûtlû, Tahtakulek, Ballica, Mahmûdan, Yeniyazi, Hîj, Gozelî, Dergan, Aliçliyayla, Bûban, Kaynaktaşi, Dokûzkat, Aliyan, Abdûrrahmanaga, Aşagihodîk, Konûklû, Perpank, Yeşîlbûrç, Kîlîmlî, Gelberî, Bîlgîn, Hegogozer, Koçmarîn, Mehmedîl, Saglik, Gonen, Hamzabey, Sikas, Gûçîk, Eskîkoy, Semezî, Yaka, Karaç, Kayadîbî, Baverda û Kûmûmîrza mezralari.

Navçeya Pasûrê: Gundên Agilli, Akdorûk, Agaçli, Aşagielmali, Çaglayan, Kaynakkoy, Karpûzlû û gundikên Agilli, Derecîk, Harabe, Guldîken, Dîrlîk, Kefan, Yûkarielmali, Deveboynû, Astal, Işiklar, Gumuşsûyû, Soganli û Çotûk."

Walîtiya Tirk a li Amedê ragihand ku 'qedexe'yê saet 23:00 ê roja 25'ê Nîsana 2018'an dest pê kiriye û heta fermaneke din wê bidome.