Li Licê û Hênê derketina derve hate qedexekirin

Li gund û gundikên Licê û Hênê derketina derve hate qedexekirin.

Dîktatoriya Erdogan kiryarên xwe yên mêtingerî û dagirkeriyê yên li dijî gelê Kurd didomîne.

Hate ragihandin ku li 4 gund û 5 gundikên navçeyên Licê û Hênê yên Amedê ji doh bi şev saet 23:55'an û pê ve derketina derve hatiye qedexekirin. Ji bo hinceta "qedexeyê" jî hate gotin ku wê artêşa Tirk dest bi operasyonê bike.

HERÊMÊN HATINE "QEDEXE"KIRIN

Gundên Dûrûkoy û Darlan û gundikên Dahlik, Alîkahya, Hacimûsabey û Kûtlamiş ên Licê, gundên Serenkoy û Ûzûnkoy û gundikê Gurbûlak ê Hênê.