Li Lîcê şewata daristanan berfireh dibe
Şewata ku di 12'ê Tebaxê de piştî topbrana leşkerên artêşaTirk li daristana Lîcê derketî, bi bandora hewayê berfireh dibe.
Şewata ku di 12'ê Tebaxê de piştî topbrana leşkerên artêşaTirk li daristana Lîcê derketî, bi bandora hewayê berfireh dibe.
Li herêma Beşiştê ya navçeya Lîce ya Amedê di êrîşa topbarana leşkeran de li qada daristanê şewat derketibû. Şewata ku di 12'ê tebaxê de li herêmê derket her ku diçe belav dibe.
Welatiyan duh bi hêz û derfetênk xwe şewata li herêmê vemirandibûn. Lê şewata ku piştre disa derket bi hêza ba disa li herêmê belav dibe.