Li Licê operasyona leşkerî
Leşkerên Tirk ên dagirker li Licê dest bi operasyonê kirin, avêtin ser mal û kadînan.
Leşkerên Tirk ên dagirker li Licê dest bi operasyonê kirin, avêtin ser mal û kadînan.
Li başûrê navçeya Licê ya Amedê, li taxên Zengê, Kerwes, Licokê operasyona leşkerî dest pê kir. Tevî gelek yekîneyên taybet helîkopter û balafirên şer ên bêmirov jî tevlî operasyonê bûne.
Di operasyonê de dor li taxan hate girtin û avêtin ser mal û kadînan. Hate ragihandin ku li herêmê lêgerîn dewam dike.