Li leşkerên derketibûn operasyonê hate xistin: 6 leşker mirin

Gerîlayên HPG’ê li dijî leşkerên li Kêrê Hesen, Bajarê Kir, Girê Çolya, Şikeftokê û Bilûrvan ên Cûdiyê derketibûn operasyonê çalakî kirin. Di çalakiyan de berazek di nav de 6 leşekr mirin, 10 leşker jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyanî da û ragihand ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal û Şehîdên Bestayê de li dijî leşkerên li Kêrê Hesen, Bajarê Kir, Girê Çolya, Şikeftokê û Bilûrvan ên Cûdiyê derketibûn operasyonê çalakî kirin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“19’ê Adarê artêşa Tirk a dagirker li deverên Bilûrvan, Şikeftoka, Girê Çolya, Bajarê Kir û Kêrê Hesena ên girêdayî Çiyayê Cûdî yê Şirnexê dest bi operasyonekê kirine. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal û Şehîdên Bestayê li dijî operasyona çalakiyek kirin.

LI DIJÎ LEŞKERÊN DERKETIBÛN OPERASYONÊ ÇALAKIYA SABOTAJÊ

Di du rojên operasyonê de hêzên me leşkerên li Girê Kêrê Hesena bicih bibûn xistin bi kontrolê. Yekîneya dijmin a demekê hate şopandin ji du baskan ve bi bandor hate lêxistin. Di vê çalakiyê de leşkerek mir, 4 leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê bi helîkopteran Deriyê Yadê û Deriyê Mazî bombe kir, her wiha bi helîkopterên Skorsky jî gelek leşker li qadê hatin danîn.

20’ê Adarê saet 07:00’an li dijî leşkerên li devera Şikeftoka derketibûn operasyonê hêzên me çalakiyek sabotajê li hember kirin. Di vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin berbaz di nav de 5 leşker mirin, 6 jî birîndar bûn.

BALAFIRÊN ŞER ÊN TIRK BOMBE LI GUNDÊ TEŞHIŞEYÊ BARANDIN

Oparasyona artêşa Tirk a li Çiyayê Cûdî dabû destpêkirin têk çû û 20’ê Adarê di saetên şevê de neçar ma ku vekişe. Di tevahî şerê heta operasyon dom kir de tu ziyan negihiştiya gerîlayên me.

20’ê Adarê saet derdorî 22:00’an de balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li Gundê Tehîşeyê yê girêdayî herêma Metîna a Herêmên Parastinê yên Medyayê barand. Mala ku bû hedefa bomberdûmanê bi temamî hate rûxandin, her wiha ziyan gihişte mal û baxçeyên welatiyên sivîl ên li derdorê jî. Ev êrîşa ku welatiyên sivîl hate hedefkirin de ti windahiyên welatiyên me yên sivîl pêk nehatiye.

22’yê Adarê saet 12:30’î balafirên şer devera Çiyayê Reş a girêdayî herêma Zapê bomerdûman kir. Di bomberdûmanê de tu ziyanek negihiştiye hêzên me.”