Li Lêlîkanê derb li leşkerên Tirk hate xistin

Li herêma Lêlîkan a Başûrê Kurdistanê, hêzên gerîla li leşkerên Tirk xistin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, gerîlayên HPG'ê doh êvarê li dijî leşkerên Tirk ên li Lêlîkanê çalakiyek pêk anîn.

Di çalakiyê de agir bi kon û kozikên leşkerên Tirk ket.

Piştî çalakiya mezin a gerîla, dewleta Tirk a dagirker hawan û obus avêt herêma Xakurkê.

Li ser çalakiyê agahiyên berfireh bi dest neket. Tê payin ku Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê di nava rojê da daxuyaniyekê li ser mijarê bide.