Li Lêlîkanê çalakiya sekvaniyê

Li Lêlîkanê di çalakiya sekvaniyê de leşkerekî Tirk hate kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, hêzên wan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de roja 9'ê Tîrmehê saet 07:30'î li herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Lêlîkanê çalakiya sekvaniyê kirin.

Hate ragihandin ku di vê çalakiyê de leşkerekî dijmin hatiye kuştin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, balafirên şer ên artêşa TC ad agirker roja 8'ê Tîrmehê saet di navbera 15:30-16:00 de mintiqeya Dola Bazê û girê Heqarî yên li herêma Metîn ya Herêmên Parastinê yên Medyayê û 9'ê Tîrmehê saet 19:30'î jî mintiqeya Şerane ya herêma Gareyê bomberdûman kirine.