Li Kurdistanê û Tirkiyê qirkirina ser Êzîdiyan hate şermezarkirin

Li bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji ber salvegera 4’an a qirkirina ser Kurdên Êzîdî çalakiyên şermezariyê hatin kirin.

Bi wesîleya  4’emîn salvegera Komkujiya Êzidiyan a li Şengalê li gelek navçe û bajarên Bakur û Tirkiyeyê daxuyanî hatin, çalakî hatin lidarxistin û qurbanî hatin bibîranîn. Di daxuyaniyan de bal kişandin ser jin û zarokên hêj di destê DAIŞ’ê de dîl girtî ne û bang li sazî û hêzên navnetewî kirin ku ku komkujî bê nasîn.

 Îro 4’emîn salvegera Komkujiya Şengal ango civaka Êzîdî ye. Li gorî pênasekirina civaka Êzîdî ev fermana 73’yemîn e bi serê wan ve tê. Ji bo  Komkujiya Şengalê ya 4’emîn bi pêşengiya sazî û dezgehên jinan, partiyên siyasî û saziyên civakî yên sivîl li gellek navçe û bajarên Bakur û Tirkiyeyê çalakî hatin lidarxistin û daxuyanî dan çapemeniyê.

AMED

 Li Amedê Platoforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) têkildarî Komkujiya Şengalê li Kolana Hunerê ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê deqîqeyek çalakiya jiyan rawestandinê li dar xistin. Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Salîha Aydenîz, Semra Guzel, rêveberên HDP, KCD, DBP, pêkhateyên TJA, Dayikên Aştiyê û gellek kes tev li çalakiyê bûn. Daxuyanî bi kurdî û tirkî hat xwendin. Daxuyaniya kurdî aktîvîsta TJA’yê Mekiye Ormanci xwend.

Ormanci destnîşan kir ku komkujiya bi serên jin û gelên herî qedim a dîrokê de hat kirin dê tu carî ji bîr nekin û got: “Di kesayetiya jinên Êzîdî de em ê destûr nedin qirkirina jinan.” Ormanci komkujiya li Şengalê bibîr xist û wiha got: “Di dîroka deh hezar salan de 73 ferman ku bi serê Êzidiyan de hatiye, komkujiya herî hovane ya sedsala 21’emin nema bi tenê hat serê wan, bi hezaran jin, û zarok ji aliye rêxistinên ceteyên cîhadîst ên radîkal ve hatin revandin. Jin û zarok li bazarên koleyan hatin firotin. Hê jî em dizanin hejmarên wan li dora sê hezar jin û zarok winda ne û aqûbeta wan nayê zanîn. Firotina jinên Êzîdî ji aliyê DAIŞ’ê ve mîna ‘xenîmeta şer’ hat dîtin. Fermana 73’yemîn a êzidiyan carek din da nîşandan ji her demê zêdetir, wek Kurd, Êzîdî, Sunî, Elewî, Şabak, li her dere ku lê dijîn, heta statuyekê bidest nexînin, ew ê her tim, bi her cûre êrîşên nû re rû bi rû bimînin. Wek hemû gelan, bi vê munasebetê di çarçoveya hiqûqa navneteweyî  de, divê ji  civaka Êzîdî re, mafê diyarkirina qedera xwe û bidestxistina statûyê were dayîn.” 

‘BILA ROJA QIRKIRINA ÊZIDIYAN BÊ NASÎN’ 

Ormancî anî ziman ku qirkirin sûcekî mirovahiyê ye û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Heta ku ‘3’yê Tebaxê li dijî Nijadkujî û Qirkirina Jinan Roja Çalakiya Navneteweyî’ neyê qebûlkirin têkoşîna me dê li qadan, li mecrayê nevneteweyî, li mekanîzmayên edaleta jorî ya neteweyan dewam bike. Bila neyê jibîrkirin, qirkirina ku hesabê wê neyê pirsîn bi xwe re yên nû tîne.” 

WAN

Li Wanê jî bi pêşengiya pêkhateyên TJA’yê li Parqa Feqiyê Teyran daxuyaniya çapemeniyê hat lidarxistin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn û komkujiyê şermezar kirin. Parlamenterên HDP’ê Muazez Orhan û Murat Sarisaç û Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdar bûn. Komkujiya Şengalê hat şermezarkirin û qurbaniyan bibîr anîn. 

MÊRDÎN

Li Mêrdînê jî partiyên siyasî û saziyên civakî yên sivîl ên bajêr li avahiya KESK’ê ya Mêrdînê daxuyaniya çapemeniyê li dar xistin. Aktîvîsta TJA’yê Adalet Kaya daxuyanî xwend û got qirkirin û tevkujiya jinan sûcê mirovahiyê û heta sûcdar û kujer hesab bidin dê têkoşîna wan edaletê dewam bike. 

ŞIRNEX 

Li Şirnexê jî aktîvîstên TJA’yê li avahiya HDP’ê ya Şirnexê civîna çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de Hevseroka HDP’a Şirnexê Zeynep Unat axivî û got heta li Rojhilata Navîn DAIŞ hebe dê jin di bin talûkeyê de bin.

STENBOL 

Li Stenbolê jî Platforma Têkoşîna Ji Bo Jinên Bi Darê Zorê Hatin Dîlgirtin jî Tunela Taksîmê çalakî li dar xist û daxuyaniya çapemeniyê da. Parlamentera HDP'ê ya Mûşê û Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyigît û gellek nûner û aktîvîstên saziyên jinan tev li çalakiyê bûn û komkujî şermezar kirin.  

EDENE

Rêxistina HDP’ê ya Edeneyê jî li avahiya partiya xwe di 4’emîn salvegera komkujiyê de civîna çapameniyê li dar xist û di civînê Parlamenter Tulay Hatîmogullari axivî û qirkirinê şermezar kir. 

MÊRSÎN

Meclîsa Jinan a HDP’a Mêrsînê jî li avahiya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist û Hevseroka HDP’a Mêrsînê Sevgî Aktaş got qirkirina êzidiyan di heman demê de qirkirina jinan e û ev qirkirin sûcê li dijî mirovahiyê ye. 

ÎZMÎR

Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê jî Fermana 73’yemîn a êzidiyan bi daxuyaniya çapemeniyê li avahiya partiya xwe şermezar kir û di daxuyaniyê de hat gotin ku Şengal cih û warê êzidiyan e û Êzîdî civaka herî qedîm ên xwediyê Şengalê ne û dîroka 3’ê Tebaxê di nava rûpelên dîrokê yên herî tarî de cihê xwe digire.