'Li Kurdistanê êrîşa bi ser daran de hem ekolojîk e hem polîtîk e

Komîsyona Ekolojiyê ya KCD’ê got, ‘’li Kurdistanê heke dewletê dest li peleke darê jî dabe ev ne tenê ekolojîk lê her wiha destdaneke polîtîk û îdeolojîk e.’’

Komîsyona Ekolojiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li ser talana ekolojîk û hilweşandinê ya li Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî da.

‘TALANKIRINA KURDISTANÊ NAYÊ QEBÛLKIRIN’

Di daxuyaniyê de hate gotin bi navê veguherîna bajêr bîr, sosyolojî û raçîna dîrokî ya Sûrê tê tinekirin, Sûr tê valakirin,şikeftên dîrokî yê bajarê qedîm Heskîfê bi dênemêtan têne hêrifandin û bi vê hilweşandin û veguhaztiya raçîna dîrokî ya Kurdistanê tê armanckirin ku van deran ji rant û talanê re vekin. Komîsyona Ekolojiyê diyar kir ku qebûlkirina vê rewşê ne pêkan e.

Komîsyona Ekolojiyê bi domdarî got hilweşandin û talana bajar û dîrokê ne qeder e lê encama polîtîkayên bi zanebûne.

LI ŞIRNEXÊ KOMKUJIYA SIRÛŞTÊ

Komîsyona Ekolojiyê diyar kir ku li Şirnexê jî komkujiya sirûştê tê kirin û hate gotin di navbera Qileban û Gundikê Melê, li herêma Bestayê gelek darên gwîs, siteq, sêv, hirmî û hwd. bi henceta ‘ewlehiyê’ hatine birîn, her wiha li di navbera rêyên Kerboran û Midyadê de jî gelek dar bi heman hencetê hatin birîn û komkujiya sirûştê tê kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin astengkirina tevlêbûna li siyasetê ya Kurdan, qirkirina dîrok, bajar û sirûşta Kurdistanê, lîstina bi miriyan û goristanan, nikarin weke bûyerên jirêzê yên rojane werin dîtin û hate gotin bêdengiya li pêşberî van rûdanan pejirandina hiqûqa mêtingeriyê ye.

‘ÎDEOLOJÎK’

Komîsyona Ekolojiyê ya KCD’ê diyar kir ku bêyî ku guh bidin yek rêgeza etîkî pêlîstina bi raçînka dîrokî ya Heskîf û Sûrê û bi barbarî hilweşandina wan divê weke berdewamiya heman polîtîkayê were dîtin û hate gotin, ‘’em hemû pê dizanin ku li Kurdistanê dewletê heke dest li pelekê jî dabe ev ne tenê destlêdaneke ekolojîk, di heman demê de destlêdaneke îdeolojîk û polîtîk e jî.’’

BANG

Komîsyona Ekolojiyê ya KCD’ê di daxuyaniyê de bang kir ku li dijî qirkirina dîrok, bajar û sirûşta Kurdistanê mafê meşrû û demokratîk were bikaranîn û nêzîkatiya mêtingerî neyê qebûlkirin.

Komîsyonê her wiha bang li partiyên siyasî, platform, derdorên ekolojîk û hawîrdorparêz, Rêxistinên Civaka Sivîl, hiqûqnaz, saziyên mafê mirovan û aktîvîstan kir ku li dijî vê qirkirina sirûşt, dîrok û bajaran bêdeng nemînin.