Li Kurdistanê baxçeyên ku bêxwedî mane!

Bax û baxçeyên Kurdistaniyên ku salên 90’î ji ber ferzkirina cerdevaniyê ya dewleta Tirk gundên xwe berdan ji ber bêxwedîtiyê hişk bûn.

Cografyaya Kurdistanê ku biberbûna xwe li cîhanê navdar e, ji ber polîtîkayên şer ên dewleta Tirk nema ber dide. Yek ji wan gundan ku ji ber bêxwedîtiyê bax û baxçeyên wê hişk bûn, fêkiyên hinar, hejîr û gelek fêkiyên din bi darê ve hişk bûne jî gundê Hîzûwê yê Heskîfa Êlihê ye. Bax û baxçeyên Kurdistaniyên ku ji ferzkirina cerdevaniyê ya dewleta Tirk qebûl nekirin û gundê xwe berdan, ji ber bêxwedîtiyê hişk bûn.

Gundiyekî ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide, got li gundê Hîzûwê ew bi hev re yek bûne ê piştî pergala cerdevaniyê gelek gundî ji bêgavî gundê xwe berdane. Gundî got, ‘’Ez ji zaroktiya xwe ve li vir im û min qet xaka xwe berneda’’. Gundiyê Hîzûwê got, li gel hemû zext û zordariyan jî wan cerdevanî qebûl nekiriye.

‘VEGERIN SER GUNDÊ XWE’’

Gundiyê ku navê xwe nedayî got bax û baxçeyên gundiyên ku ji ber zext û zordariyan gundê xwe berdane hişk û ziwa bûne, ji ber bêaviyê nikarin gelek beran biçenini û got, ‘’Me ji vî rezê hûn dibinin bi topan tirî dida hev, me ji ava tirî dims û basîq çêdikir. Niha tenê rezek e. Hejîrên me, hinarên me û çi tiştên ku me debara xwe pê dikir ji ber bêxweditiyê hişk bûn.’’

Gundiyê ku navê xwe dayî bang li wan gundiyan kir ku gundê xwe ji bêgavî berdane û got, ‘’Em dizanin hûn çi zehmetiyê dikişinin lê her çilo jî be li gundê xwe vegerin, werin ser rez û bax û baxçeyên xwe. Her tişt hişkûhola bû. Bila ax û berên we dîsa şîn bibin. Heke hûn vegerin wê wiha bibe.’’