Li Koyê kesek hate qetilkirin, 19 kes jî birîndar bûn

Di çalakiya protestoyî ya li bajarê Koyê ya Başûrê Kurdistanê de hêzên asayîşê êrîşî çalakgeran kirin. Di encama êrîşê de kesekê jiyana xwe ji dest da û 19 kes jî birîndar bûn.

Di seatên sibê de li navçeya Koyê ya Hewlêrê gel ji bo protestokirina polîtîkayên hikûmeta daketin qadan.

Li Koyê hêzên asayîşê êrîşî çalakgeran kir. Di encama êrîşê de kesek hate qetilkirin û 19 kes jî birîndar bûn.