Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Li Kobanê gav bi gav ber bi azadiyê ve...

Li Kobanê saet 02.00 ê şevê, tarîtiyeke zilûmat e. Jîpeke YPG’ê tê me dibe. Şervanê YPG’ê farên wesayitê vênaxe û me dibe..

Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên bi ser Kobanê de ku 15’ê îlonê dest pê kirî, li dijî berxwedana şervanê YPG/YPJ’ê hemû planên wan serûbinî hev bûbûn û ber bi dawiya mehê ve xwe li navenda bajêr xistibûn. Ji bo vê jî me xwestibû ku bi fermandarên jin Meryem Kobanê û Meyso Ebdo re biaxivin, li ser şerê navbajêr. Me bi roj daxwaza xwe gihande YPG’ê lê wan gotin, ‘’Em ê bipirsin, lê cihê ku lê dimînin pir bi rîsk e û divê xef bimîne, em bawer nakin ku qebûl bikin’’
 
‘YEK ODE JÎ BIMÎNE’

Wan rojan ji ber rîksa ku DAIŞ’ê dikarîbû ji hêla başûr ve têkeve bajêr, em rojnamevan ji buroya nêzî bînahiya hikûmetê derxistin û birin maleke nêzî deriyê sînor. Li vê derê dema ku me li ber dengê çekan ê hêla rojhilat me nûçeyên xwe amade dikirin, agahî hat ku fermandar Meryem Kobanê û Meysa Ebdo daxwaza me ya hevdîtinê qebûl kirine. Em diçine deriyê sînor. Ji ber ku bajar ketiye ber menzîla DAIŞ’ê hemû çira hatine tefandin, tarîtiyeke zilûmat e, her tiştên ku dikarin ji hedefa re bibin hedef têne astengkirin. Em hinekî dimeşin, diçine cihekî nêzî girê Mişte Nûrê. Ji wesayitê diçine hewşekê, ji wir diçine devereke dî û ji wir diçine mala ku fermanarên jin lê diman.

Li ber dêrî Meryem Kobanê me pêşwazî dike, westiyayî lê bi bawerî û bi wê beşişîna xwe ku di rojên herî giran de jî tim li ser rûyê wê hebû. Ji hundir dengê Meysa Ebdo tê. Fermandar Ebdo ku dema çeteyan Hezîranê êrîş anî rê neda çeteyan, dibêje me, kerem bikin rûnin. Vê keliyê fermandar Kobanê ji bêtêlê tişta ku şervan bikin dibêje wan. Em ji Fermandar Ebdo dibêjin bê ka ji niha û pê de wê çi bibe: ‘’Êdî em hatin qonaxa herî giran a şer. Em ê şerê nav bajêr bikin, li her deverê haziriyên me hene. Berxwedana ku me li derveyî bajêr nîşan dayî çeteyên DAIŞ’ê qutifandine. Niha li çeperên bajêr in. Dikarin têkevin bajêr lê ji tirsa berxwedana ku li derveyî bajêr dîtin newêrin gavekê jî bavêji.’’ Fermandar Kobanê dibêje, ‘’Kobanê wê bibe keleha Dimdimê’’ û bi berdewamî, ‘’li Dimdimê berxwedan jî hebû îxanet jî. Lê li Kobanê wê îxanet çênebe, wê berxwedan çêbibe û berdêla wê her çi jî be çeteyên DAIŞ’ê wê werin paqijkirin.

‘JI CIHÊ KU KETINÊ WÊ BIREVIN’

Meryem Kobanê havîna 2013’an li dijî çeteyên El Nusra dema kuş erê Serêkaniyê de fermandarî kiribû. Li ser vê tecrûbeya xwe jî whia digot: ‘’Êdî çeteyên DAIŞ’ê wê bikevin bajêr, wê ji Kaniya Kurdan bikevinê, lê di destê me de odeyek jî bimîne, em ê çeteyan dîsa ji devera ku ketinê ji Kobanê derxînin.’’

Piştî ku Meryem Kobanê ev gotin gotin, em hîn bûn ku ev 2 heftî bûn raneza bû. ‘’Em ranezan, me nikarîbû em razin, em neçar bûn ku ji eniyekê ber bi eniyeke dî ve bibezin. Şervan tî, birçî bi lehengî li ber xwe dan, li ber xwe didin, em ê li ber xwe bidin.’’

Dema ku em ji wir vediqetin, Fermandar Kobanê, piştî westandina giran a 2 heftiyan, bêyî ku bêtêlê ji destê xwe berde, hewl dide ku raze.

ÇETEYÊN BÊ ESL Û FESL LI KOBANÊ NE..

Gotina Meryem Kobanê çêdibe. Çete bi Cotmehê re dikevin Kobanê. Piştî ku çend rojan şûn de Girê Miştenûrê jî kete destê çeteyan êdî Kobanê bi temamî hate dagirkirin. Çete dema ku ketin Kobanê li ber bînahiya çand û hunerê ya hunermend Baqî Xido ku ji bo Kobanê hem ji hêla çandî, hme ji hêla manewî ve û ji hêla stratejîk ê bajêr ve girîng bû, ragihandin ku ew ketine Kobanê.

PARASTIN Û PÊNGAV

Bi dagirkirina ku bi Cotmehê re dest pê kirî, YPG/YPJ berxwedaneke mezin a parastinê nîşan dide. Çeteyên ku beşekî mezin ê Kobanê kontrol kirin, bi taybetî êrîşên giran bi ser herêmên rojhilat û başûr de dianîn. Çeteyan dixwestin deriyê sînor jî bi dest bixin û dagirkeriya xwe bi vî awayî temam bikin lê ev armanca wan bi ser nakeve. Berxwedana ‘’parastina mihteşem’ a ku bi heftiya pêşî ya Cotmehê re dest pê kirî û heta bi nîvê Kanûnê berdwam kirî, şûna xwe ji pêvajoyeke dî ya pêngavê re dihêle.

QADÊN STRATEJÎK YEK BI YEK TÊNE STANDIN

Bi pêngavê re qadên stratejîk  ên ku wê çarenûsa şer diyar bikin yek bi yek têne standin. Pêngava Botanê, Bînahya Çand û Hunerê ya Baqî Xido ku DAIŞ’ê yekem li wir ragihandibû ku ketine bajêr ji dest hate standin. Qada Azadî bi temamî hate azadkrin û beşek ji Kolana 48. ji çeteyan tê paqijkirin. Ber bi dawiya meha Kanûnê ve ji bo operasyona Mekteba Reş hazirî dihatin kirin.

BER BI AZADIYÊ VE

Van roja Fermandareke dî ya jin Azîme Deniz diyar kir ku ji pêvajoya pêngavê ya ku dane destpêkirin wê ji ya ku hêvî dikin zûtir encaman bi dest ve bînin û balê dikişîne ser Mekteba Reş.  Fermadar Azîme dibêje, ‘’Ku Mekteba Reş wer bidestxistin ji bo Miştenûrê wê amadekarî dest pê bikin. Nekteba Reş ji bo Miştenûrê wê derî li me veke. Ku Miştenûr were bidestxistin êdî azadî wê were’’, di maweya şer de yekem kes e ku azadiya Kobanê ya di şer de gav bi  gav bi awayekî berbiçav dibêje. Di saetên pêşî yê sersalê de Mekteba Reş tê bidestxistin û ber bi hedefa ku Fermandar Denzi gotî gav bi gav bi pêş ve diçin.

BOSTEK AXA KU DAIŞ BIKARIBE LÊ BIJÎ NAMÎNE

Piştî ku qadên stratejîk ên Kobanê yek bi yek ji DAIŞ’ê têne paqijkirin êdî bi heftiya duyê ya meha Çile re êdî bi pistepist behsa operasona Miştenûrê tê kirin. Fermandarên YPG/YPJ’ê roja 20’ê Çile bi xwe jî bi zimanekî tund dibêjin bi teqezî operasyon nabe. Lê piştî 20’ê Çle bi heftiyekê YPG/YPJ weke bahozekê bi ser çeteyên DAIŞ’ê de digirtin û yek bost axa ku DAIŞ lê bijî nahêlin.

SIBE: Li Kobanê heftiya ku ber bi azadiyê ve diçû

Foto: Veysî Altay