Li Kobanê cenazeyên 4 şervanan hate oxirkirin
Kobaniyan cenazeyên 4 şervanên ku di Pêngava Xezebat Firatê de jiyana xwe ji dest dabû, bi marasîmeke bi heybet ve li Goristana Şehîd Dicle veşartin.
Kobaniyan cenazeyên 4 şervanên ku di Pêngava Xezebat Firatê de jiyana xwe ji dest dabû, bi marasîmeke bi heybet ve li Goristana Şehîd Dicle veşartin.
Cenazeyên Şervanên YPG’ê Halec Demir (Rabon Pirsus), Dijwar Egît (Pariş Sotap), Şervana YPJ’ê Silava Ebû (Stark Baran), Çekle Ozûn (Amara Semsor) ên ku di demê cuda di Pêngava Duyemîn a Xezeba Firarê de jiyan xwe ji dest dabûn, li Goristana Şehîd Dicle bi merasîmeke heybet ve hatin oxirkirin.
Karwanê oxirkirina cenazeyên şervanan ku bi sedan welatî tevlê bibûn ji nexweşxaneya Şehîd Zozan a rojava yê Kobanê destpê kir û ber bi Goristana Şehîd Dicle ve ket rê.
Di merasîmê li gel endamên Saziyên Civaka Sivîl, Serokê Desteya Rêveber Enwer Musilm û cîgirê wî Xalid Berkel, Kordînasyona Kongreya Star Sara Xelîl, Serokê Destaya Parastinê ya Kantona Kobanê Îsmet Şêx Hesen amade bûn.
Kerwanê oxirkirinê ji aliyê girseya gel a bi alên YPG/YPJ'ê û posterên şervanan ve li goristanê hate pêşwazîkirin.
Piştî darbesta şervanan li ser milan gihişte goristanê merasîmekî leşkerî hate lidarxistin.
Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê Enwer Muslim sersaxî ji malbatên têkoşeran re xweset û anî ziman ku têkoşer ji bo ronîkirina rêya gelan canê xwe feda dikin, pêkhateyên Rojava li hemberî polîtîkeyên nejatperestiyê hevgirtina xwe xurt kirine û ev hevgeritin bi saya xwîna têkoşerên ji hemû pêkhateyan pêk hatiye.
Endama Kordînasyona Kongereya Star Sara Xelîl jî axivî û pêşketinên di Pêngava Xezaba Firatê de diqewimin nirxand û wiha got : “Di vê pêngavê de rol û pêşengtiya jinê tê dîtin. Armanca wan ew e ku jinên Reqa û Şengalê yên ku hatine dîlgirtin rizgar bikine."
Piştî axaftinan, Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Ronahî Ehmed nasnameyên şehîdan xwend û rasdestî malbatên wan kir.
Şervanan darbesta şehîdan bi dirûşmên “Şehîd Namirin” û tilîliyên dayîkan ve veşartin.