Li Kirmaşanê pirsgirêka ava paqij û nexweşiya losemî rû da
Li eyaleta Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê pirsgirêka ava paqij derket. Rayedarên tendirûstiyê hişyariyê didin ku nexweşiyên weke losemî dikarin rû bidin.
Li eyaleta Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê pirsgirêka ava paqij derket. Rayedarên tendirûstiyê hişyariyê didin ku nexweşiyên weke losemî dikarin rû bidin.
Îbrahîm Şakîba ê berpirsyarê Navenda Tendirûstiyê ya Kirmaşanê, anî ziman ku li gundên ku di dema nêz de erdhej lê çêbûye, pirsgirêka ava paqij didome.
Şabîka anî ziman ku li bejahiyê, ava sererdê û ya çeman dibe çavkaniya pirsgirêkan, kurmik û kêzik dibin sedema nexweşiya losemiyê. Her wiha Solas Babacanî jî anî ziman ku ava paqij a gundê Şarpolê Zahab ku erdhejê lê dabû, nemaye.
12’ê Mijdara 2017’an erdhejeke bi rêjeya 7.3’an ku navenda wê Kirmaşan bû pêk hatibû û di erdhejê de herî kêm 620 kesan jiyana xwe jidest dabû, 8.500 kes jî birîndar bibûn.
Li her ku diçe ziwabûn zêde dibe. Li gorî mixalifan, polîtîkaya hikumetê ya hawirê û nerêtiyên wê pirsgirêkan girantir dike.