Li Kirmanşanê 6 kesan ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest da

Ji ber erdheja ku îşev li Iraqê û Başûrê Kurdistanê pêk hatî  li Qesrî Şîrîn a Kirmanşanê ya Rojhilat 6 kesan ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest da.

Ji ber erdheja ku îşev li Iraqê û Başûrê Kurdistanê pêk hatî  li Qesrî Şîrîn a Kirmanşanê ya Rojhilat 6 kesan ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest da.

Saziya Lêkolîna Jeolojîk a DYA’yê (USGS) erdheja bi navenda Silêmanî bi himeta 7.2’an heşkere kir. USGS bi daxuyaniyeke dî diyar kir ku himeta erdhejê 7.3 ye.

Erdgeheja bi himeta 7.2’yan ya ku navenda wê Silêmanî ya li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê li gelek bajarên Başûr û Rojhilat, Rojava û Bakur û Iraqê hate hîskirin.

Erdheja bi navenda Silêmanî li Silêmanî, Helepçe, Kerkûk, Duhok, Hewlêrê hate hîskirin.

Her wiha li Rojhilat li Kirmanşan,Sinê û Urmiyê û li Roajva li Kantona Cizîrê jî hate hîskirin.

Li Bakur jî li Şirnex, Mêrdîn, Êlih, Meletî, Amed, Wanê û li gelek deverên dî hate hîskirin.

Diyar bû ku erdhej li Silêmanî û Bexdayê bi himeta 7.2, li Kerkûkê 5.6, li Hewlêrê jî bi himeta 4.5 bûye.