Li Kerkûkê Yekîtiya Nivîskarên Jenosîde û Enfalê bi konferansekê xwe îlan kir

Çendîn nivîskarên mijara jenosîde li bajarê Kerkûkê bi dirûşmeya “Yekîtiya Nivîskarên Jenosîde û Enfalê” yekemîn konferansa xwe li darxistin û Yekîtiya Nivîskarên Jenosîde û Enfalê îlan kir.

Vê sibê saet 09:30’an li salona Golden Tîme ya li bajarê Kerkûk a Başûrê Kurdistanê ji bo îlankirina Yekîtiya Nivîskarên Jenosîde û Enfalê bi amadebûna hejmarek nivîskar konferansek hat lidarxistin.

Di destpêka konferansê de Nivîskar Şêx Sedîq Ehmed axaftinek kir. Ehmed di axaftinên xwe de bal kişande ser mijarên wek pêşxistina hewldanan ji bo nasandina jenosîda gelê Kurd û berfirehkirina xebatên di vê çarçoveyê de.

Piştî axaftinê, li ser proje û diyarkirina navê rêxistin û logoya wê nîqaş hatin kirin û ji bo wan dengdan çêbûn.

Her wiha piştî ku dengdan pêkhat,  rêziknameya hindurîn hate nîqaşkirin.

Nivîskarê mijarên jenosîdê Şêx Sedîq Ehmed têkildarê îlankriina Yekîtiya Nivîskarên Jenosîde û Enfalê ji ANF’ê re axivî û got, “Ev nêzî 6 mehin ku em wek nivîskarên mijara jenosîde civînan lidar dixin, me çend civîn li monomenta Çemçemal û ya Helebceyê lidarxistiye. Niha jî me karî wan nivîskaran kom bikin û yekîtiya wan ava bikin. Ji bo domandina nivîsên xwe mîna rêxistineke pîşeyî emê bi hevre kar bikin û hewldidin ku mamosteyên zanîngehê û xwendevanên beşên dîrok û ragihandinê teşwîq bikin ku ji bo nasandina vê karesata ku li ser netewa me hatî, di mijara jenosîde de lêkolînan pêk bînin.”

Êvarê ji bo hilbijartina encûmena bilind a rêxistinê dengdan çêbû. Di dengdanê de 160 delegeyan ji bo diyarkirina 11 kes 15 berendamên ji bo rêveberiya rêxistinê dengên xwe bikar anîn.

Konferans saet 17:30’an piştî hilbijartina rêveberiya rêxistinê bi dawî bû.

Berdevkê Konferansê Hêmin Hesîb têkildarê birêveçûna yekemîn konferansa Yekîtiya Nivîskarên Jenosîde û Enfalê û naveroka wê ji ANF’ê re axivî û ragihand, “Nêzî 6 mehin ku em 13 nivîskarên mijara jenosîde, me nîqaşa vê dikir ku em rêxistinekê ava bikin bi navê ‘ji bo nivîskarên mijarên jenosîde’. Destpêkê me hewlda ku di çarçoveya rêxistinekê girîngî bidin nivîsên xwe yên têkildarê jenosîde û bixin meriyetê. Ji ber vê me biryar da li bajarê Kerkûkê ji bo damezrandina rêxistinê konferansekê lidar bixin. Û di vê konferansê de me li ser çend xalên wek navê logo, projeya rêxistinê û diyarkirina desteyek ji bo rêveberiya rêxistinê nîqaş kir.”

Hesîb di dewama axaftina xwe de kêfxweşiya xwe ji lidarxistina yekemîn konferansê anî ziman û got, “Di yekemîn navbera konferansê de mêhvan, kesayet û nûnerên aliyên hizbî û saziyên fermî jî tevlê bûn. Navbera duyemîn taybet ji bo nîqaşkirina kar û barên rêxistinê û bername û biryarên konferansê bû. Di dawiya konferansê de ji bo hilbijartina rêveberiya rêxistinê dengdan pêk hat.”

Berdevkê konferansê Hêmin Hesîb di dawiyê de derbarê bijartina bajarê Kerkûkê weke cih ji bo vê konferansê jî nêrînê xwe anî ziman û diyar kir, “JI ber ku Kerkûk naverasta qewimîna bûyerên Enfalê bûye, lewma me ji bo cihê lidarxistina vê konferansê bajarê Kerkûkê hilbijart. Ev çend salin ku bajarê Kerkûkê bi pêla bi Erebkirinê re rû bi rû ye û niha jî hewl tê dayîn ku gundên Kurd lê dijîn jî bikin Ereb û weguhazînin (demografiyê biguherînin).”