Li Kerkûkê yekîtiya Kurdên Feylî ofîsa xwe vekir

Li Kerkûkê cara yekem Yekîtiya Kurdên Feylî bi merasîmekê ofîsa xwe vekir.

Li bajarê Kerkûkê 1’ê Sibatê Yekîtiya Kurdên Feylî hatibû damezirandin. Piştî hate damezrandinê îro li taxa Gorepanî Teyan a bajarê Kerkûkê bi merasîmekê ofîsa Yekîtiya Kurdên Feylî hate vekirin.

Merasîma vekirinê ji bo bîranîna hemû şehîdan bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre serokê Yekîtiya Kurdên Feylî li Kerkûkê Hacî Dawid Esed Feyzûla axivî û wiha got; “Li bajarê Kerkûkê 800 malbatên Kurdên Feylî hene. Hemû malbat jî ji aliyê Hikumeta Iraq û Herêmê ve hatine paşguhxistin. Ji bo vê me yekîtiya xwe ava kir û wê li vê baregehê Kurdên Feylî kom bibin. Em daxwaz ji hikûmeta herêm û Iraqê dikin ku alîkariya pêkhateya Kurdên Feylî bikin.”

Hacî Dawid bi domdarî got; “Armanca vekirina vê ofîsê xizmetkirina ji bo Kurdên Feylî yên li Kerkûkê ne û bikarin karê wan rêxistin bin û daxwaza mafên wan bikin.”