Li Kerkûkê waliyê nû nikare bê hilbijartin!

Piştî ku Waliyê Kerkûkê Necmettîn Kerîm ji peywira xwe hatibû stendin, ji bo hilbirtina waliyê nû Meclîsa Giştî ya Bajêr nikare kom bibe.

Endamê polîtburoya YNK’ê Rifat Abdûllah diyar kir ku ew ji bo hilbijartina waliyê Kerkûkê li benda endamên meclîsa bajêr a Kerkûkê ye, PDK jî ji bo hilbijartina walî du şertên wê hene.

Waliyê Kerkûkê Necmettîn Kerîm piştî referandûmê ji aliyê hikumeta navendî ya Iraqê ji peywira xwe hatibû stendin.

Ji bo hilbijartina waliyê nû divê Meclîsa Bajêr a Kerkûkê bicive ya ku ji endamên YNK, PDK û Yekgirtû pêk tê.

Endamê polîtburoya YNK’ê Rifat Abdullah têkildarî mijarê daxuyaniyek da û got, “Ji bo hilbijartina waliyê nû yê Kerkûkê em li benda endamên Meclîsa Bajêr a Kerkûkê ne.”

Rifat Abdullah got ku divê endamên her sê partiyan werin gel hev û got, “Eleqeya Bexdayê û hilbijartina waliyê nû yê Kerkûkê bi hev tune. Dema ku meclîsa bajêr kom bibe, wê çaxê em dikarin ji bo waliyê nû biryarê bidin. Ji bo vê jî em li benda vegera endamên meclîsê ne. Wan jî negotin ku ew ê endam venegerin.”

Li ser navê PDK’ê jî Serokê Lîsteya Biratiyê ya Kerkûkê Mûhammed Kemal jî diyar kir ku, ew dixwazin civîn li derveyî Kerkûkê were lidarxistin û hemû endamên polîtburoyê yên YNK’ê divê di vî warî de biryarê bidin.

Yekgirtû Îslamî jî diyar kir ku, ew ji bo civînê amade ne.