Li Kerkûkê teqîn: Gelek kes mirin

Beriya saetekê li pey hev li Kerkûkê teqîn pêk hatin. Li ser teqînan agahiyên cuda cuda tên dayîn. Di teqînan de herî kêm 5 kes mirin, 18 kes jî birîndar bûne.

Li Kerkûkê li pey hev teqîn pêk hatin. Li Şeraa Kudus (rêya Kudus) a navenda Kerkûkê li pey hev teqîn pêk hatin.

Midûryeta Polîsan a Kerkûkê ragihand ku 5 teqîn pêk hatine. Midûryeta Polîsan diyar kir, ku 3 teqîn li navenda Şiîyan a Şerra Kudus a her demê qelebalix e, du teqîn jî li ser Rêya Bexda jî teqînek pêk hatine. Hate diyarkirin ku 3 teqîn ji ber bombeyên ji berê hatibûn bicihkirin û du teqînê din jî bi wesayîtên bombebarkirî pêk hatine.

Piştî teqînê polîsên federal û artêşa Iraqê li herêmê ewlekariyê digirin, gelek ambulans sewqî herêmê hatine kirin.

Birîndar li 3 nexweşxaneyên cuda yên Kerkûkê tên dermankirin.

Çavkaniyên herêmî jî diyar dikin ku 6 teqîn pêk hatine. Çavkaniyan ragihandin ku 4 teqîn li Şeraa Kudus, 2 jî li ser rêya Bexdayê pêk hatine.

LI KERKÛKÊ EWLEKARIYA ŞIDAYÎ

Di nava agahiyên hatin dayîn de li Kerkûkê ji gelek cihan bi rêya telefonan ixbar hatine kirin. Hate ragihandin ku li ser agahiyên telefonan li taxa Şorice ya Kerkûkê wesayîteke bi plaqeya Bexda ji aliyê polîsan ve hatiye rawestandin, lê agahî nehate girtin bê ka wesayît bombebarkiriye an ne.