Li Kerkûkê şehîdên YPG’ê û YPJ'ê bi merasîmekê hatin bibîranîn

Li bajarê Kerkûk ê Başûrê Kurdistanê bi tevlîbûna malbat û bi sedan kesî 4 şervanên YPG’ê û YPJ'ê yên di Berxwedana Rûmetê ya Serêkaniyê de şehîd bûbûn, bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Li salona Lûbnan a Kerkûk ji aliyê Komîteya Saziya Malbatên Şehîdan ve ji bo 4 şehîdên YPG’ê û YPJ'ê Zeryan Cûdî, Mezlûm Kobanê, Aram Kerkûk, û Navder Kerkûkî yên di Berxwedana Rûmetê ya Serêkaniyê de şehîd bûbûn merasîmeke bi heybet lidar xistin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre jî axaftin hatin kirin.

Piştre jî li ser maseyê ku wêneyên şehîdan hatibûn danîn find ji aliyê malbatên şehîdan ve hatin pêxistin. Li ser navê Saziya Malbata Şehîdan Çinar Mihemed ve daxuyaniyek hate dayîn. Mihemed bal kişand her demê dijminê Kurd xwestine Kurdan qir bike, komkujî li ser Kurdan kirine. Armanca dijminên Kurdan a avakirina DAÎŞ’ê ew bû ku di êrîşên li ser Şengal, Rojava û deverên din qirkirina Kurdan bû.” Mihemed anî ziman ku şehîdan bi xwîn û bedana xwe xaka Kurdistanê ji êrîşan parast.

Li ser navê Rêveberiya Karûbarê Şehîdan û Enfalkiriyan Xelîl Rehîm Kerîm jî axivî û diyar kir ku sed sal e ku êrîş li ser welatê wan tê kirin û got: “Tim çavê dijmin li xaka Kurdistanê bû. Ji bo wê dixwazin dagir bikin.”

Dîsa di dewama merasîmê de li ser navê Hîzba Şûî, Bizûtnewey Demokratîk Gelî Kurdistan û Tevgera Azadî ve daxuyanî hatin daîn.

Li ser navê Tevgera Azadî Newzet Bekir peyama Tevgera Azadî da û got: “Ev çar şehîd xebatên şoreşgerî hilbijart û ji bo azadiya Kurdistanê heta dawî erkên xwe bi cih anî û di oxira vê de jî şehîd bûn.

Li ser navê Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistan (RJAK) Necîbe Omer axivî û anî ziman ku şehîdbûna van çar şervanan ji bo Kerkûk serbilindiyeke mezin e.

Dîsa di dewama bîranînê de li ser navê malbatên şehîdan jî axaftin hatin kirin û diyar kirin ku bi şehîdan serbilindin.

Di dawiya merasîmê de nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatan kirin.