Li Kerkûkê partiyên siyasî ji bo 15’ê Tebaxê çûn serdana gerîlayan

Bi wesîleya 15’ê Tebaxê rêxistinên partiyên siyasî, jin û ciwanan ên bajarên Kerkûk û Germiyanê çûn serdana gerîlayên li Kerkûkê.

Bi wesîleya salvegera 33’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Abdullah, Hevserokê Kerkûkê Rihan Hamadî û rêveberên Kerkûk û Germiyanê çûn serdana gerîlayên li Kerkûkê.

Fermandarên gerîlayan Baran Ararat û Botan Dîren jî di nav de, gelek gerîlayan heyet ezimand.

Ararat 15’ê Tebaxê pîroz kir û got, “Em şervanên Fermandar Egîd, îfadekirina vê rojê girîng dibînin. Ji bo qedandina mêtingeriya Tirkan di vî şerî de gelek hevalên me şehîd bûne. Bi wesîleya vê roja pîroz em amade ne ku gelên li Kurdistan û Rojhilata Navîn biparêzin. Li  ser vî esasî em gerîlayên HPG’ê yên eniya Kerkûkê vê rojê li mêvanên xwe pîroz dikin.”

‘EM BEXTEWAR IN KU HÊZÊN PARASTINA GEL LI VIR IN’

Hevserokê Tevgera Azadî Muhammed Abdullah jî 15’ê Tebaxê pîroz kir û got, “Vê şoreşa ku hebûna gelê Kurd diparêze, berhema 15’ê Tebaxê ye. Em bextewar in ku Hêzên Parastina Gel li vir in. Di pêvajoyên herî zehmet de li dijî DAIŞ’ê şer kirin û axa me parastin.

Di roja me de hin hêz bi navê referandûma serxwebûnê gelê Kurd dixapînin. Em Tevgera Azadî ji alternatîfî referandûmê projeya rêveberiya demokratîk a Rêber Apo guncav dibînin. Li ser vî esasî em 15’ê Tebaxê dîsa li gelê xwe û Rêber Apo pîroz dikin.”