Li Kerkûkê partiyên Kurd wê bi lîsteya hevbeş beşdarî hilbijartinan bibin

Li derveyî tevgera Nifşê Nû (Neweyê Niwê) partiyên Kurd ên li Kerkûkê wê bi lîsteya hevpar beşdarî hilbijartinên meclîsa parêzgehên Iraqê bibin

Îro li bajarê Kerkûkê ji derveyî rêveberên Tevgera Nifşê Nû rêveberên partiyên Kurd ên li Kerkûkê li ofîsa Partiya Komunîst a bajarê Kerkûkê civiyan. Piştî civînê daxuyaniyek ji çapemeniyê re hate dayîn. Partiyên Kurdan ên beşdarî civînê bûyîn diyar kirin ku ew ê bi lîsteya 'Kerkûk Kurdistanî' ye tevlî hilbijartinên parêzgeha Kerkûkê bibin.

Xalên ku partiyên Kurd li  ser li hev kirine wiha ne;

-Hemû hizbên tevlî civînê bûyîn, biryar dane ku di hilbijartên dema pêş yên Meclîsa Kerkûkê de bi lîsteya hevpar tevlî bibin. Ev lîste jî bi navê ‘Kerkûk Kurdistanî’ ye.

 -Em bang li Meclîsa Kerkûkê dikin daku di demek zû de civîna xwe ya asayî pêkbîne û namzetê lîsteya Birayetî wek waliyê Kerkûkê diyar bike.

-Em ê ji bo asayî kirina rewşa Kerkûkê civînên xwe dewam bikin.

-Em bang li xelkê Kerkûk bi taybet Kurdistaniyan dikin, serdana navenda qeyd kirinê bikin û qerta dengdanê derbixin.

-Em bang li rêveberên hizbên Kurdistanê dikin daku civînek lidarbixin û piştigirya vê biryara girîng bikin.

-Carek din hemwarkirina yasaya hilbijartina Meclîsa bajêr hatiye behs kirin.

-Di hemû xalan de hizbên Kurdistanê bal kişandin li  ser jiyana hevbeş ya hemû pêkhateyên li bajarê Kerkûkê.