Li Kerkûkê Newroz tê pîrozkirin
Li Qada Şiwesûr a Kerkûkê gel Newroz pîroz dikin.
Li Qada Şiwesûr a Kerkûkê gel Newroz pîroz dikin.
Li Kerkûkê li Qada Şîwwesur a ku gel lê kom bûn agirê Newrozê pêkirin û Newoz pîroz kirin. Newroz bi pêşengtiya Tevgera Azadî bi dirûşma ‘Bi ruhê Şêladizê faşîzmê hilweşînin, yekîtiya neteweyî pêk bînin’ hate pîrozkirin.
Gelek nûnerên kêmenetewên li Kerkûk, gel û gelek kes tevlî Newrozê bûn.
Di Newrozê de dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Leyla Guven’, ‘Bijî Berxwedana zindanan’ , ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî gerîla’ hatin qîrkirin.
Di pîrozbahiyê de axaftin hatin kirin û peyam hatin xwendin.
Koma Dicle, Hunermend Rotînda, Hanî, Berçem Şemamî, Koma Efrîn û hunermendên herêmî yên Kerkûkê wê derkevin ser dikê.