Li Kerkûkê lidarxistina referandûmê tê nîqaşkirin

YNK li Kerkûkê lidarxistina referandûmê nîqaş dike.

Piştî civîna partiyên Kurd ên li Kerkûkê Alîkarê Berpirsê YNK’ê yê Kerkûkê Rawend Mele Mehmûd ji ajansa Rojnewsê re axivî û îddîa kiriye ku “Lidarxistina referandûmê ne rast e.”

Nîqaşên têkildarî referandûma ku plansaziya wê tê kirin di  25’ê Îlonê de li Başûrê Kurdistanê were lidarxistin, YNK jî lidarxistina referandûmê ya li Kerkûkê nîqaş dike. Tê diyarkirin ku wê di saetên pêş de encama nîqaşên navxweyî were diyarkirin.

Di heman demê de partiyên Kurd îro li Kerkûkê li hev civiyan. Nûnerê Bizûtneweyî Demokratî Gelî Kurdistan, PDK, Komele Îslamî, Yekgirtûya Îslamî, Partiya Zehmetkêşan û Partiya Komunîst beşdarî civînê bûn.

Piştî civînê alîkarê berpirsê YNK’ê yê Kerkûkê Rawend Mele Mehmûd ji ajansa Rojnewsê re axivî û got “Lidarxistina referandûmê ne rast e. Di destê êvarî de em ê helwesta xwe diyar bikin.”