Li Kerkûkê kompoya 15’ê sibatê bi daxuyaniyekê şermezar kirin

Komîtya ji Ocalan re Azadî li bajarê Kerkûk ê Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.

Li Kerkûkê ji bo protestokirina Komploya 15’ê Sibatê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tevlîbûna gelek welatiyan çalakiyek hat lidarxistin.

Çalakiya li Taxa Şorîce ya Kerkûkê, bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan destpê kir.

Di çalakiyê de li ser navê Komîteya ji Ocalan re Azadî Rêbaz Emer bang li tevahî gelê Kurd kir ku li dijî komployê tevlî çalakiyan bibin û diyar kir ji bo azadiya Ocalan wê her tim di nav têkoşînê de bin.

Li ser navê Rêxistina Jinên Azadîxwaz ên Kurdistanê (RJAK)’ê jî Dilvan Mecîd bal kişand ku Ocalan ruhê yekîtiya neteweyî zindî kir û got: “Cara yekê ye gelên Bakurê Suriyeyê û Rojavayê Kurdistanê bi fikir û felsefeya Ocalan bûn xwedî projeya xwerêveberiya demokratîk. Di vê de xala herî girîng jî têkoşîna azadiya jinan e.”