Li Kerkûkê ji bo demekê pîrozbahî hatin qedexekirin

Bi biryara Walîtiya Kerkûkê heta banga duyemîn pîrozbahî û bi konvoyan li nava bajêr gerîn hate qedexekirin.

Bi biryara Walîtiya Kerkûkê heta banga duyemîn bi konvoyên wesayîtan pîrozbahiya nava bjarê hatin qedexekirin. Bi daxuyaniyeke çapemeniyê Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm daxuyaniyek da û daxwaz ji welatiyan kir kû biryarê bi cih bînin.

Kermîm, ji gel xwest ku piştî karanîna dengên xwe bila ji malên xwe dernekevin û ti pîrozbahiyan lidar nexin.

Kerîm bal kişand ser provakasyonan û diyar kir ku mafê her kesê ye ku dengdanê bişopîne û got: “Bi konvoyan li nava bajêr gerandin û bi çekan her cure pîrozbahî hatiye qedexekirin.”