Li Başûrê Kurdistanê çend roja mayî ji referandûma ku tê plankirin ku 25’ê Îlonê pêk bê, li Kerkûkê di navbera Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) û Yekîtî Nîştîmanî Kurdistan (YNK) de nakokiyên sindoqan derket.
Li Kerkûkê hat diyarkirin ku endamên Asayişa PDK’ê ya ku kete avahiya Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind “Sindoqên hilbijartinê û psûleyên dengdanê girtin û xwestin li herêman belav bikin.” Li ser vê Asayişa YNK’ê hate avahiyê û ev yek asteng kir.
Nokiyên navbera asayişa PDK û YNK’ê de dewam dike, rê nadin rojnamevan biçin herêma ku avahiya Komîsyona Bilind a Hilbijartin lê ye.
Endamên Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind ku bi rêya telefonê me xwe gihandê têkildarî mijarê wiha got: “Têkildarî mijarê biryar hatiye girtin ku ti agahî bi çapemeniyan re neyê parvekirin.”
Li avahiya Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind û derdorî wê rawestana PDK û YNK’ê dewam dike.