Li Kerkûkê çalakiya nobetê dest pê kir

Ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Ocalan li Kerkûkê kon hatin danîn û çalakiya nobetê dest pê kir.

Ji bo ku balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Baxçeyê Kale wê çalakiya nobetê ya 2 rojan dest pê bike. 

Çalakî bi pêşengiya Tevgera Azadî, Tevgera Jina Azad a Kurdistanê û Tevgera Ciwanên Welatparêz pêk hat. Li Baxçeyê Kale kon hate danîn û posterê Ocalan hate daliqandin.

Endamê Konseya Rêveber a Tevgera Azadî Komal Sermet daxuyaniya çalakiyê ya bi navê ‘’Ji Ocalan re azadî’ da û got, ew ti caran girtîbûna Ocalan û tecrîda li ser qebûl nakin û wiha got: ‘’Em tecrîda li ser Ocalan şermezar dikin. Ocalan ev 18 sal in di zindana Imraliyê de ye û tecrîdeke giran li ser heye. Nahêlin ku bi parêzerên xwe re hev bibîne.’’

Sermet diyar kir rêxistinên mafê mirovan ên navdewletî jî çavê xwe ji tecrîdê re digirin û got: ‘’Hemû rêxistinên mafê mirovan ên navdewletî tecrîda li ser Ocalan ji nedîtî ve tên, ev her wiha tê wê maneyê ku çavê ji xwe Kurdan re jî girtine.’’

Sermet bi domdarî got: ‘’Dewleta Tirk a faşîst di şexê Rêber Apo de dixwaze hemû Kurdan tecrîd bike. Di encama vê de jî bi tirsê êrîşê tîn ser Kurdan. Mînakên vê yên dawî jî êrîşên li ser Qereçox û Şengalê ne. Di vê êrîşê de komek pêşmerge û şervan şehîd bûn. Bi van êrîşan dixwazin hemû gel bixin yek rengî û zextê li ser bikin. Ji ber ku dizanin ku azadiya Rêber Ocalan azadiya hemû gelan e. Azadiya Ocalan jî temînata azadiya gelan û aştiyê ye.’’

Piştî çaalkiyê şaîr Sabir Letîf Kakereş şiîra li ser Ocalan û Kurdistanê xwend û piştre dirûşmên ‘’Bijî Serok Apo’’, ‘’Bê Serok Jiyan Nabe’ hate berzkirin.

Çalakî wê du rojan bidome. Gel serî dide konê çalakiyê. Di çalakiyê de wê muzîk, sînevîzyon û semîner jî hebin.