Li Kerkûkê 3 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin

Li navçeya Xide ya girêdayî Kerkûkê ji aliyê Hêzên Baregeha Fermandariya Operasyona Hevbeş ve li Kerkûkê 3 çeteyên DAÎŞ’ê kuştin.

Duh di saetên direngî şev de çeteyên DAÎŞ’ê li bajarokê Reşad ku dikeve başûrê Kerkûkê êrîş kiribû ser Heşdî Eşayîrî. Di encama êrîşê de 4 kes kuştin ku ji van 3 endamên Heşdî Eşayîr, yek jî polîsê fedral a Iraqê bûn.

Her wiha li deverekî din çeteyên DAÎŞ’ê nuqteyeke ya kontrolê ya polîsên federal kirin armanc û bi rêya mayîneke ku li ser rêya di navbera gundên Elhendeye û Kana Xebaz çandibûn. Di encama vê teqînê de jî polîsek mir û çend polîs jî birîndar bûn.

Piştî van êrîşan Hêzên ewlekariyê bi operasyonekê 3 çeteyên DAÎŞ’ê li navçeya Xîde ya dikeve aşbûrê Kerkûkê kuştin.