Li Kelarê ji bo PKK'ê bi hezaran îmze hatin komkirin

Ji bo derxistina navê PKK'ê ji 'lîsteya rêxistinên terorê' Komelên Ciwanên Welatparêz li Kelarê standek ya îmzeya danî. Şêniyên Kelarê tevlî kampanyayê bûn.

Piştî ku kampanya derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘terorê’ li seranserî cîhanê hate ragihandin, di 29’ê Çileya 2022’an li Silêmanî jî kampanya hate ragihandin.

Di vê çarçoveyê de Komelên Ciwanên Welatparêz li Kelar standeke îmzeyan danî. Welatiyan eleqeyek zêde nîşanî standê dan û bi îmzekirina metna piştevaniya derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘terorê’ piştgirî dan kampanyayê.

Kesên tevlî kampanyê bûn diyar kirin ku PKK ji bo azadî, demokrasî û mafê gelan têkoşînê dike, ji bo wê ye divê ji lîsteya ‘terorê’ bê derxistin.

Heta niha bi hezaran îmze hatine berhevkirin.

Endamê Komeleya Ciwanên Welatparêz Karwan Mehmûd li cihê standê axivî û destnîşan kir ku bi xurtî dest bi xebata derxistina PKK’ê ji lîsteya 'terorê' dikin û got, PKK partiyeke mirovahî û mafê hemû mirovan diparêze, lewma divê ji lîsteya terorê bê derxistin.