NÛ BÛ

Li navenda Kelarê êrîşa bi SÎHA

Li navçeya Kelarê ya Îdareya Germiyanê ya herêma Silêmaniyeyê ya Başûrê Kurdistanê, bi balafireke bêmirov a bombebarkirî êriş li malekê hate kirin.

Li gorî agahiyan bi dema herêmî saet di 14:00 de li navenda navçeya Kelarê ya Îdareya Germiyanê ya Silêmaniyeyê dengê teqînê hate bihîstin.

Şahidên bûyerê diyar kirin ku balafireke bêmirov a bombebarkirî ya dewleta Tirk (SÎHA) bombe li malekê barand.

Nayê zanîn bê tiştek bi kesî hatiye yan na. Daxuyaniyeke fermî hîn nehatiye dayin.

Hêzên ewlekariyê yên agahî dan Rojnewsê diyar kirin ku mala hatiye bombekirin maleke sivîlan e û têkildarî bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Ev êriş rojek piştî êrişên li Şengal û Silêmaniyeyê rû da.

29'ê Sibatê Abdulkadîr Sabrî Toprak hatibû qetilkirin. Sabrî Toprak bavê sê zarokan bû, zewicî bû û ji ber sedemên siyasî li Başûrê Kurdistanê penaber bû. Demeke dirêj li nexweşxaneyeke taybet dixebitî.

Heman rojê saet di 13:00 de li gundê Ziravikê yê navçeya Tilizêr a Şengalê bi balafireke bêmirov bombe li wesayiteke Saziya Malbatên Şehîdan hatibû barandin. Di encamê de Sadûn Mîrza Elî yê bavê 3 zarokan şehîd bûbû.