Li Kato Jîrka çalakiya sabotajê: 4 leşker hatin cezakirin

Gerîlayan li herêma Kato Jîrka li dijî leşkerên artêşa Tirk a di nava tevgerê de bûn çalakiyeke ya sabotajê kirin. Di vê çalakiyê de 4 leşker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê agahî da.

HPG’ê ev agahî parve kir:

“Li devera Deriyê Qaçê yê dikeve herêma Kato Jîrka ya girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê yekîneyeke ya dijmin a di nava tevgerê de bû kete di bin kontrola hêzên me de. Ev yekîneya dijmin a demekê ji aliyê hêzên me ve hate şopandin, hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Mawa û Şehîd Rizgar Gever a li herêmê dewam dike 29’ê Tîrmehê saet 16:30’î bi rêbaza sabotajê çalakiyek hatiye kirin. Di vê çalakiyê de ku bi xurtî li dijîmin hate xistin, 4 leşker hatin cezakirin, 1 jî birîndar bû.

LI GABARÊ OPERASYON Û ŞER

13’ê Hezîranê artêşa TC’ê li devera Çirav a li Herêma Gabar a Şirnexê dest bi operasyonekê kiribûn. Artêşa TC’ê ya saet 15:00 û 21:30’î bi balafirên şer herêm bombe kir bi desteka helîkopterên şer bi Skorsky leşker li herêmê danî. Ev pêvajoya operasyonê ku heta 14’ê Hezîranê dom kir di şer û bomberdûmanê de hevrêyên me Delîl, Şervan û Rûhal şehdî bûne. Em ê piştre nasnameya hevrêyên xwe yên şehîd bûne bi raya giştî re parve bikin.

LI AVAŞÎN TOPBARAN

30’ê Tîrmehê artêşa TC’ê li hemberî Tabura Ereban a girêdayî herêma Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê bi obus û hewanan bombe kir. Di vê bomberdûmanê de li herêma daristanê şewat derket.”