Li Kantona Cizîrê bi hezaran kesî komplo şermezar kirin

Bi hezaran kesên ku li Kantona Cizîrê dijî, Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ku li dijî Rêberê Gelê Abdullah Ocalan hate kirin, protestokirin.

Bi hezaran pêkhateyên bajarên rojhilatê kantona Cizîrê ji bo şermezarkirina komploya navdewletî ya 15`ê sibatê berê xwe dan bajarê Dêrikê.

Girseya gel ku hejmaran wan bi deh hezaran bû û ji hemû pêkhateya Ereb, Kurd, Suryan û Keldanî di nav de bûn ji bajarên rojhilatê kantona Cizîrê, şervanên YPJ/YPG`ê, endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê Aldar Xelîl, Hevserokê Sîstema Fedraliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Mensûr El-Selûm, Cigirê Hevserokatiya kantona Cizîrê Îvram Îshaq û nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl tevlî xwepêşandanê bûn.

Xwepêşandan ji qada Azadî ya bajarê Dêrikê destpê kir. Girse wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankartên bi zimanê Erebî û Kurdî li ser hatibû nivîsandin ʺAzadiya Rêbertî azadiya mirovahiyê yeʺ, ʺAzadiya Rêbertî azadiya Êzidiyaneʺ û ʺhûn nikarin roja me tarî bikinʺ di xwepêşandanê de rakiribûn.

Girseya meşê ku ji jin, zarok, ciwan, zilam û kal pêk dihat cilên reş li xwe kiribûn ji qada Azadî dest bi meşê kirin.

Meşvanan kolanên bajêr, heta navenda Yekîtiya Ciwanên Rojava derbas kirin û bê navber dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe” qîr dikin. Hêzên Asayîşê, Hêzên Parastina Civakî bi armanca parastina çalakiyê tevgera xwe zêde kirin.

Meş li qada navenda Ciwanên Rojava rawestiya û bi rêzgirtinê destpê kir. Paştre axaftin hatin kirin, di axaftinan de banga xwedîderketina fikirê Ocalan hate kirin.

‘OCALAN RÊBERÊ GELÊN ROJHILATA NAVÎN E’

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê Aldar Xelîl jî axivî û got: “Rêber Ocalan, ne tenê Rêberê Gelê Kurd e , lê belê Rêberê hemû gelên Rojhilatan Navîn e. Her kes bi zimanê xwe banga azadiya Ocalan dike û dibêje ‘Bê serok jiyan nabe‘ berhemên serkeftinên şoreşa Rojavayê Kurdistanê bingeha xwe ji ramanê Ocalan digire, ev tişt jî di warê pratîkî de ji her kesî re eşkere bûye. Gelên Rojavayê Kurdistanê rastiya fikirê demokratîk ê Ocalan nas dikin, ji ber ku li ser heman fikirî jiyan dikin.”

‘EM JI TÊKOŞÎNÊ GAVÊ ŞÛN VE NAVÊJIN’

Hevserokê Meclîsa Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Mensûr El-Selûm jî axaftin kir û wiha got: “Ey serok, hesabên wan şaş derket, xwestin bi girtina te azadî û berxwedanê vemirînin. Lê em ji cîhanê re dibêjin ku me biryara têkoşînê daye û ti carî paş ve venagerin.”

Cigirê Hevserokatiya kantona Cizîarê Afram Eshaq jî anî ziman ku 15‘ê Sibatê di dîroka mirovahiyê de rojekî reş e, dewleta Tirk guman kir ku wê bi girtina Ocalan re wê fikirê wî bitemirînin, lê gumanên wan şaş derketin, îro fikirê di nav tevahî gelên cîhanê belav bûye.

Rêvebera Kongereya Star Perwîn Mihemed Emîn jî girseyê re diyar kir ku komploya li dijî Rêber Ocalan bi têkoşîna we pûç bû.

Beşdarên meşê soza têkoşînê û xwedîderketina li Rêber Ocalan dubare kirin, meş bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Îmralî ” bi dawî kirin.