Li Hezexê dagirkeriya qeyûm hate şermezarkirin

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê, desteserkirina şaredariya HDP'î di sala 3'an de bi çalakiyekê hate şermezarkirin.

Desteserkirina Şaredariya Hezexê, di salvegera 3'an de li ber avahiya HDP'ê ya navçeyê bi daxuyaniyekê hate şermezarkirin.

Parlamenterên HDP'ê yên Şirnexê Hasan Ozguneş û Nûran Îmîr û Hevşaredar Songul Erden û Mûrat Şen ên qeyûm li şûna wan hate danîn, her wiha gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn.

Hasan Ozguneş ê HDP'î daxuyanî da û diyar kir ku bi rêya qeyûman îradeya gelê Kurd û hêzên demokrasiyê hatiye binpêkirin. Ozguneş got, "Li dijî faşîzmê û her cûre kiryarên antî demokratîk em têkoşiyan û têkoşîna me dewam dike. Heta ku aştî û demokrasî bê vî welatî wê têkoşîna me dewam bike."

Hevşaredara Hezexê Songul Erden jî got, "Bi rengekî bêhiqûqî qeyûm li şaredariya me ya Hezexê danîn. Lê belê me ti carî bi paş ve gav neavêt. Li dijî hikumeta AKP'ê me paşve gav neavêt em ê paşve gavê neavêjin. Gelê Kurd wê berxwedanê dewam bike."