Li Hewramanê 2 kolber birîndar bûn

Di nava du rojan de li Hewramanê du kolber ku yek ji wan ji aliyê hêzên ewlekariyê yên rejîma Îranê hatiye birîndarkirin.

Li gorî agahiyên Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê li ser malpera xwe weşandî, di nava du rojan de du kolber ku yek ji wan ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve birîndar bûne.

Li gorî heman agahiyê duh kolberke bi navê Yûsif Maliyan ku xelkê Merîwanê ye, dema li ser sînorê bajarê Sawlava ya girêdayî Sine kolberî dikir ji bilindahiyê ketiye xwarê û birîndar bûye.

Her wiha roja yekşemiya bihorî hêzên rejîma Îranê li navçeya Newsûd ya parêzgeha Kirmanşanê komek ji kolberan dike armanc ku di encamê de kolberê bi navê Seywan Şêr Mihemedî yê xelkê bajarê Şaho birîndar bûye.

Torê ragihandiye ku her du kolber niha li nexweşxaneyên bajarên Merîwan û Ciwanro derman dibin.