Li Navenda Partiya Komunîst a Kurdistan ya Hewlêrê gelek mamoste, oldar, rewşenbîr, parêzer û aktivîst li hev civiyan û li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê Tevgera Aşitî ya li Dijî Şer avakirin.
Endamê Tevgera Aşitî ya li Dijî Şer Zîrek Gerdî axivî û got; “Li dijî dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk heyetek me ava kir. Rojên pêşiya me, em ê serdana partiyyên siyasî yên li Başûrê Kurdistan, konsolosxane, Serokkomarê Iraq û Parlamentoya Iraqê bikin. Armanca me astengkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê ye.”