Li Hewlêrê malbatek ji Kobanê hate qetilkirin
Li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê malbateke penabera a ji Kobanê li gundê ku lê dima bû hedefa êrîşa çekdarî. Ji ber êrîşê 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê malbateke penabera a ji Kobanê li gundê ku lê dima bû hedefa êrîşa çekdarî. Ji ber êrîşê 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî agahiyan, malbateke penaber a ji Kobanê şeva Pêncşemê li gundê Pîrreşê bû hedefa êrîşa çekdarî.
Di êrîşê de dê, bav û zarok malbata ji pênc kesan hate qetilkirin. Piştî êrîşê lêpirsîn hate destpêkirin. Der barê detayên êrîşê de agahiyên berfireh nehatin wergirtin.