Li Hewlêrê krîza hikûmetê wê çawa çareser bibe?

PDK û YNK'ê piştî hilbijartina 30'ê Îlonê heta niha gelek caran hatin cem hev, herî dawî 4'ê Adarê li hev rûniştin lê hê jî li ser avakirina hikûmetê li hev nekirine.

Piştî hilbijartina Başûrê Kurdistanê ya 30'ê Îlona 2018'an PDK û YNK bi kêmanî bi dehan caran ji bo ku hikûmetê ava bikin hatin cem hev lê heta niha di navbeyna du partiyan de lihevnekirinek çênebûye û PDK bi tena serê xwe Başûr rê ve dibe.

PDK û YNK bi tayetî li ser mijarên walîtiya Kerkûkê, Wezareta Dadê ya li Hikûmeta Navendî ya Iraqê û li ser serokwezîrita herêmî li hev nakin. Herî dawî giregirên du partiyan hatim cem hev û 4'ê Adarê di navbeyna Nêçîrvan Barzanî û Kosret Redûl de peymaneke hate danîn.

Tê payin ku vê Yekşemê jî di navbeyna rayedarên PDK'ê û YNK'ê de li Selahaddînê (Pirmamê) hevdîtinek çêbibe û were gotûbêjkirin bê ka plana hikûmetê sazkar bûye yan na.

PDK dibêje di peymana 4'ê Adarê de çi tişta ku YNK'ê xwestiye hatiye dayin û sedema ku hê jî hikûmet nehatiye avakirin YNK'ê destnîşan dike. Li gorî agahiyên ku hatine stanin PDK'ê ji bo ku YNK helwesta xwe zela bike heta destpêka Nîsanê wext daye, tê gotin heta wê demê heke YNK helwesta xwe zelal neke, PDK bi tena serê xwe wê hikûmetê ava bike.

Li gorî agahiyên ku ji jêderên pêbawer hatiye standin YNK naxwaze serokwezîrtiya herêmî û serokwezîrtî ji PDK'ê bidin Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî.