Li Hewlêrê keseke din bi vîrûsa Koronayê ket

Wezareta Tendirûstiya Herêma Kurdistanê ragihand, li Hewlêrê keseke din bi vîrûsa Korona ketiye. Waliyê Hewlêrê jî bang li şêniyên bajêr kir.

Wezareta Tendirûstiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand: "Di çarçoveya xweparastin û rêgirtina li belavbûna vîrûsa Koronayê û kontrolkirina nexweşan, doktorên me li ser lêgerîna kesên ku bi vîrûsê berdewam dikin û çavdêrî li ser wan kesan jî dikin ku gumana vîrûsê li ser hebin. Hejmara wan jî 2872 kes e û li 31 cihên cuda dibin çavdêriyê dene."

Her wiha ragihand ku niha 1254 kes di bin çavdêriyê re derbas bûne û çûne malên xwe.

Li gorî daxuyaniyên Wezareta Tendirûstiya Herêma Kurdistanê belav kirî, di 24 saetên borî de lêgerîn li ser 72 kesên ku bi guman lê kirî hatine kirin, di nava wan de jî tenê kesek nerênî derket ku bi vîrûsê ketiye. Ew kes jî jinekî temen 49 saliye rûniştvanê bajarê Hewlêre ku berî niha demekê ji bo çareseriya tendirûstiyê serdana Îranê kiribû. Bi vî rengî hejmara mirovên li Hewlêrê bi vîrûsa Korona ketine bû 2 kes.

Waliyê Hewlêrê Firset Sofî di Meclîsa parêzgeha Hewlêrê de axivî û bang li welatiyan kir da ku ji bo pêşî girtina vîrûsa koronayê alîkariya hikumetê bikin.

Sofî got, biryara betlaneya dibistanan, ne ji bo ku malbat biçin geştê ye, divê welatî hişyar bin.

Li Herêma Kurdistanê hejmara kesên ku bi vîrûsa Koronayê ketine gihişte 10 kesan û di nava wan de jî kesekî jiyana xwe ji dest dabû.