Li Hewlêrê grêva birçîbûnê jin didomînin

Li Hewlêrê li dijî tecrîdê grêva birçîbûnê kete roja 11'an. Çalakiyê wê jin bidomînin.

Grêva birçîbûnê ya ku li ber Nûnertiya HDP'ê ya Başûrê Kurdistanê li Hewlêrê da li dijî tecrîdê hatî destpêkirin, roja 11'an jin wê bidomînin.

Çalakiya ku piştî grêva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê Leyla Guven dest pê kirî, kete roja 11'an.

Nûnerya HDP'ê ya Başûrê Kurdistanê Muzeyen Guneş got, ''Li dijî tecrîda li ser Rêber Apo û ji bo desteka li çalakiya Leyla Guven em ê çalakiya xwe a grêva birçîbûnê bi biryardarî bidomînin. Heta ku em ji Rêber Apo agahiyê bistînin em ê çalakiya xwe bidomînin''.

Guneş diya kir Ocalan ji  bo jinan bi rol û risteke mezin e.