Li Hewlêrê gelek xwendevan hatin revandin, zanîngeh jî xistin nav dorpêçê

Li paytexta Başûrê Kurdistan Hewlêrê asayîşa PDK’ê ku êrişî xwendevanên nerazî kirî, gelek xwendevan revandin û zanîngeh xistin nav dorpêçê.

Li gorî nûçeya Rojnews’ê Parlamenterê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Elî Heme Salih daye zanîn  ku li Hewlêrê gelek xwendevan ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine revandin.

Xwepêşandanên xwendevanan yên dijî nedana xerca mehane, 5 roj li pey xwe hiştin. Xwendevan îro jî li qadan bûn, bi taybet li Hewlêrê hêzek zêde hatiye belavkirin. Heya niha 4 rojnamevanên xwepêşandanan dişopandin hatine binçavkirin. 2 ji wan nûçegihanên ajansa Rojnews'ê ne.

Elî Heme Salih dibêje, niha hêzek ewlekariyê a zêde bi wesayîtên cam reş komek xwendevanên li nêzî avahiya Wezareta Xwendinê ya Bilind a li Hewlêrê revandin. Ji vê rewşê serokê hikumetê berpirse.  Ev hêz astengiyan ji rojnamevanan re jî çêdike.