Li Hewlêrê gel ji bo Efrînê li qadan e

Gelê Hewlêrê li ser banga Komîteya Piştgiriyê îro jî ji bo Efrînê li qadan e. Bi hezaran kesî li Hewlêrê dirûşmeyên ‘Efrîn ne bi tenê ye’ , ‘Erdogan wê ne gihe armanca xwe ya dagirkirinê’ û ‘Efrîn wê ji dagirkeran re bibe goristan’ berz kirin.

Îro li Hewlêrê bi hezaran kes dibin pêşengtiya Komîteya Piştgiriyê de ji bo piştgirîdayîna Berxwedana Serdemê li qadan bû. Tevgera Azadiya Kurdistan, endamên Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê û bi hezaran kesî piştgirî da çalakiyê.

GELÊ BAŞÛR LI GEL EFRÎNÊ YE

Di mîtîngê de li ser navê Tevgera Azadî axaftin hate kirin û hate gotin ku gelê Başûrê Kurdistanê bi hemû awayî li pişt gelê Efrînê ye. Li ser navê HDP’ê jî axaftin hate kirin û di axaftinan de rawestandina ciwanên Başûr ku beriya 3’ê rojan ji bo Efrînê dest bi meşê kirin li asayîşa Degelê hate rexnekirin. Di berdewamiya axaftinê de hate gotin ku ev xizmetê ji yekitiya netewî re nake û berî demekê destûr bê dayîn ku ciwan dest bi meşa xwe ya ji bo Efrînê bikin.

Piştî çalakiyê bi sedan kesî bi wesayîtên xwe berê xwe dan asayîşa Degele û ji bo biçin gel ciwanan ketin nava tevgerê.