Li Hewlêrê depoya çekan teqiya

 Şevê dî li paytexta Herêma Federal a Kurdistan Hewlêrê di depoyek a çekan de teqînek çêbû.

Teqîn şevê dî saet 23:00’an li depoyeke çekan a  nêzî bajarokê Kanî Qirjale yê navçeya Xebat a parêzgeha Hewlêrê çêbû. Li gorî agahiyên şahidên bûyerê dane RojNewsê depoya ku teqîn lê çêbûyî ji aliyê Hêzên Piştgirîdayîna Pêşmergeyan ve dihate bikaranîn.

Depoya çekan li bajarokê Kanî Qirjale yê 8 kîlometre dikeve dikeve rojavayê bajarê Hewlêr û li ser rêya sereke ya Hewlêr û Xebat e. Ji aliyê rayedaran ve têkildarî mijarê tu daxuyanî nehatiye dayîn.

Beriya niha  Tebaxa 2017’an nêzî Balafirgeha Hewlêr depoyek çekan teqiya. Ev depo ya hêzên Zêrevaniyê bû. Her wiha li Hewlêr destpêka 2018’ê de depoyek din a çekan li ser Cadeya Newroz teqiya. Roja 3’ê Hezîrana 2018’an jî  li Behirkê ya Hewlêr depoyek din a çekan teqiya. Destpêka meha borî  li ser rêya Pîrmam û Hewlêr depoyek din  a çekan teqiya.

2’ê Hezîrana îsal jî li Silêmaniyê depoyek a çekan teqiya. Piştî vê teqînê li sînorê parezgeha Dihokê depoyek din jî teqiya.