Li Hewlêrê ceza dan 3 rojnamevan û 2 aktivîstan, muxalefet nerazî ye
Li Hewlêr a paytexta Herêma Ferderal a Kurdistanê ji bo 3 rojnamevan û 2 aktivîstan ji heman sûcî 6 sal ceza lê hatin birîn. Gelek parlementeran nerazîbûn nîşan da.
Li Hewlêr a paytexta Herêma Ferderal a Kurdistanê ji bo 3 rojnamevan û 2 aktivîstan ji heman sûcî 6 sal ceza lê hatin birîn. Gelek parlementeran nerazîbûn nîşan da.
Di derbarê rojnamevan Şêrwan Şêrwanî, Guhdar Zebarî û Ayaz Karam li gel aktivîst Şivan Saîd Omer û Hariwan Îsa de 6 sal cezayê girtîgehê hate birîn.
Her 6 kes ji sûcê ‘Lewazkirina serxwebûna welat, ewlehî û yekîtiya wê’ hatin sûcdarkirin.
Endama Tevgera Goran a li Parlemetnoya Hewlêrê Belên Îsmaîl a ji Rojnewsê re axivî, diyar kir ku tevlî rûniştinê bûye û got: “Dema kesek bê destgîrkirin, divê derbarê wî sûcek hebe, lê ji bo çalakvanên li Behdînanê ku ceza lê bê birîn ti sûcek nîne.”
Parlementer Dr. Şayan jî got: “Gumanên min hene. Ji bo hemûyan heman ceza hate birîn. Ev balkêş û bi guman e. Ti sûcekî wan tine.” nerazîbûn nîşan da.