Li Hewlêrê agahî ji endamê HDP’ê nayê girtin!

Endamê HDP’ê Mehmet Vefa Koçakli li ser banga asayîşa Hewlêrê çû asayîşê û ev 5 roj in agahî jê nayê girtin.

Ev 5 roj in agahî ji endamê HDP’ê Mehmet Vefa Koçaklî yê ku li Herêma Federal a Kurdistan dijî û li ser banga asayîşa Hewlêrê çûyî asayîşê nayê girtin.

Li gorî nûçeya RojNewsê, Ji 1’ê Tebaxê ve agahî ji endamê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mehmet Vefa Koçakli yê li Hewlêrê dijî, nayê girtin. Koçakli nûnertiya HDP’ê agahdar kiribû û diyar kiribû ku asayişa Raperîn a Hewlêrê gazî wî kirin e. Lê ji roja ku çûye asyîşê heya niha agahî jê nayê girtin.

Endamê Nûnertiya HDP’ê li Herêma Kurdistanê Abid Îke agahî da Rojnewsê û diyar kir ku ji roja Koçaklî çûyî asayîşê ve agahî jê nayê girtin.

‘ASAYÎŞ Û PDK AGAHÎ NADIN’

Îke diyar kir çend caran Koçakli ji asayîşa taxa Raperîn a Hewlêrê û asayîşa Hewlêrê ya giştî pirs kirine lê, herdu asayîşan  jî ti agahî derbarê endamê wan de ne dane û red dikin ku hatiye destgîrkirin.

Abid Îke her wiha diyar kir ku piştî asayîşê ew bi rayedarên PDK’ê re jî ketine peywendiyê û derbarê rewşa Koçakli de agahî xwestine. Tevî ku rayedarên PDK’ê gotine ew ê di vê derbarê de agahdar bikin jî heya niha ti zanyariyek ne dane.

Nûnerê HDP’ê Îke dazanîn ku li Hewlêr, Dihok û Zaxoyê zextên asayişê yên li hember endam û welatiyên ji Bakurê Kurdistanê yên li van herêman dijîn zêde bûne.